Fatma Sevinç Çetin
26 Nîsan 2026•Rojanekirin: 26 Nîsan 2026
Li tevahiya welêt vê hefteyê barana gur wê bibare, tavî û teyrok wê çêbibe, germa hewayê wê derdora şert û mercên demsalê be.
Pisporê Texmîna Hewayê ya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Fevzî Burak Tekîn ji nûçegihanê AAyê ra der barê rewşa hewayê ya vê hefteyê da axivî.
Tekîn diyar kir ku li gor nirxandinên dawîn, di serê hefteya nû da li piraniya welêt barana gur wê bibare, tavî û teyrok wê çêbibe.
Tekîn destnîşan kir ku îro li aliyê başûrê rojhilata welêt barana gur tê payîn, bi taybetî li Şanliurfa, Elezîz, Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Batman û derdora wan baran wê bibare û heta nîvê şevê dewam bike.
Tekîn diyar kir ku seranserê hefteyê li aliyê hundir ê Rojhilata Behra Reş û aliyê rojhilata Herêma Rojhilata Anadoluyê li ber pal û berpalan talûkeya rabûna şepeyê heye.
Tekîn got ku sibê û nava hefteyê baran wê li herêmên navîn û rojhilatê welêt wê bibare, roja înê jî li tevahiya welêt wê bibare.
Her wiha Tekîn daxuyand ku li Enqere, Stenbol û Îzmirê 3 rojan baran nayê payîn, germa hewayê wê di navbera 16-26 pileyan da be, li derdora Stenbolê cî bi cî bager wê rabe.