Ekber Türkoğlu,Necmettin Eryılmaz
18 Nîsan 2024•Rojanekirin: 19 Nîsan 2024
Li Sulusaraya navçeya Tokatê bi mezinahiya 5,6an erdhej çêbû.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) di saet 18.11an da navend navçeya Sulusarayê bi mezinahiya 5,6an erdhej çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 5,99 kîlomêtro di bin erdê a çêbûye.
Erdhej li bajarên hawirdor jî hat hîskirin.
AFADê ragihand ku geşedanên der barê erdhejê da dişopînin.
Waliyê Tokatê Numan Hatîpoglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ekîb li sehayê ne.
Hatîpoglu got ku li gor agahiyên ewil mirî tunin û ev teseliya wan a herî mezin e û got ku "Ji welatiyên me ra derbasî be. Wek dewlet em di çarçoveya telîmatên Wezîrê me yê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ji bo hewcehiya êwirîn û îaşeyê yên hemû welatiyn xwe hemû tevdîrên hewce hildidin. Bila ji bo hemû hembajariyên me û gelê me derbasî be."
Li navenda navçeya Sulusarayê minareya mizgeftekî xisar dît.
Ji ber erdhejê li du mizgeft û hin malên li gundê Malum Seyît Tekkeyê ya li ser navçeyê xisar çêbû. Beşa kulahê ya minareyekî xira bû.
Li navçeya Artovayê jî welatî ji ber erdhejê derketin kolanan. Hin welatî giriyan û hin welatî jî bi ser xwe va çûn.
Qaymeqamê Artovayê Erkan Atam û Şaredar Alî Guner jî hewl dan ku welatiyan aram bikin.
Li navçeya Zîleyê jî ji ber erdhejê di hin avahiyên metrûk da xisar çêbû.
Ekîbên şaredariyê ji bo ku avahiyên xisardîtî nebin sedema xetereyê xebat dan destpêkirin.
Ji hêla din va hat diyarkirin ku ji Midûriya Bajêr a AFADê ya Samsunê 3 wesayît û 20 xebatkar û seyê lêgerîn û xilaskirinê jib o Tokatê hatin peywirdarkirin.