Elif Irmak
25 Adar 2021•Rojanekirin: 26 Adar 2021
Li Wan, Mûş û Bidlîsê ji ber hewaya nebaş rêya 117 cî û waran hat girtin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber pûk û berfê li Gurpinarê 32, li Baxçesarayê 8, li Çaldiranê 2, li Edremîtê 4 û li Ercîşê jî 2 bi tevahî rêya 48 cî û waran hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.
- Bidlîs
Li Bidlîsê ji ber pûk û berfa ku ji şevê va dibare rêya 47 gundan hat girtin.
Midûrê Xizmetên Gihandin û Rê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan got ku ji bo vekirina rêyên gundan ên hatine girtin xebat dewam dikin.
Welatiyan berfa li ber derê wesayît û kargehên wan kom bibû avêtin.
Ekîbên şaredarî û rêbejê jî xebata paqijkirina berfê kir.
- Mûş
Li Mûşê berfa ku bi şev barî tesîreke neyinî li ser jiyanê kir.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku rêya 22 gundan ji ber pûk û berfê hat girtin.
Yentur got ku ji bo vekirina rêyên girtî xebat dan destpêkirin û da zanîn ku herwiha ekîb ji bo rewşên acîl amade ne.
Li navenda bajêr jî berf dibare.