Haydar Şahin
18 Nîsan 2019•Rojanekirin: 19 Nîsan 2019
Li Tuşpaya navçeya Wanê di lêgerîna kamyonetekê da 155 kîlo û 730 qram eroîn hat girtin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk li rêbejaya Wan-Ozalpê li ser şikê kamyoneta bi pîlaqeya 65 AAF 608 a Y.A. diajot dan sekinandin.
Ekîban bi "Rexo"yê kuçikê narkotîkê va li kamyonetê geriya û di şaseya kamyonetê da 155 kîlo û 730 qram eroîna xistibûn 307 pakêtan dîtin.
Ekîban bi hinceta "bazirganiya hişbirê" û nelqa hişbirê" Y.A.yê ajokar binav kirin.