Fatih Gazioğlu
23 Tebax 2019•Rojanekirin: 24 Tebax 2019
Li Gurpinara navçeya Wanê di minîbêsekê da 342 kîlo û 700 gram eroîn hat girtin.
Li gor daxuyaniya ku Midûriyeta Ewlehiya Bajêr hat dayîn, xebatên hêzên ewlehiyê yên dijî kesên ku plana bazirganî, veguhastin û veşartina hişbirê dikin, berdewam in.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk di vê çarçoveyê da li ser rêya Wan û Hekariyê minîbêsa ku pîleqeya wê 65 BC 623 ye û D.B diajot dan sekinandin.
Kûçikê narkotîk "Şîla" li bagaja minîbêsê geriya û di nav telîsan da 342 kîlo û 700 gram eroîn dît.
Şofêr D.B hat binçavkirin.
Ji hêla din va, li Wanê di operasyonên 8 mehên dawî da 4 tir hişbir hat girtin.