Haydar Şahin
29 Tebax 2019•Rojanekirin: 29 Tebax 2019
Li Gurpinara navçeya Wan ekîban wesayîtek dan sekinandin û lê geriyan, di lêgerînê da 71 kîlo û 260 qram eroîn hat girtin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr xebatên li dijî bazirganî, neql û veşartina hişbirê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê li ser rêbejaya Wan-Hekariyê texsiya bi pîlaqeya 47 AS 584 a Muslum E. diajot dan sekinandin.
Ekîb bi "Bozo"yê kûçikê narkotîkê li texsiyê geriyan û di lêgerînê da 71 kîlo û 260 qram eroîna di 140 pakêtî da hatibû veşartin hat dîtin.
Ajokar û Şevkî E. û Şukran E.ya di wesayîtê da bûn hatin binçavkirin.