Önder Beyter
12 Gulan 2019•Rojanekirin: 13 Gulan 2019
Li Îpekyoluya navçeya Wanê di kamyonetekê da 91 kîlo û 333 gram eroîn hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê, xebatên dijî kesên ku plana bazirganî, veguhastin û veşartina hişbirê dikin, berdewam in.
Di encama xebata îstixbaratê da ekîbên Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Şaxa Îstixbaratê yên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê ligel ekîbên Fermandariya Qereqola Cendirmeyê ya Îpekyoluyê kamyoneta ku qederek sewal tê da bûn, şopand û di nava sînorên Taxa Degîrmenkoyê dan sekinandin.
Di kontrola ku kûçikên narkotîk "Barut" û "Îmla" jî hatin emilandin da 91 kîlo û 333 gram eroîn ku di qaseya wesayîtê da hatibû veşartin hat girtin.
Ajokar û 2 kesên pê ra ji ber sûcên "kirina bazirganiya hişbir û madeya hişbirê" û "neqilkirina hişbirê" hatin binçavkirin.