Hakan Sarı
25 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2023
Li Ozalpa navçeya Wanê, cêwrikê kûçikan yê ket boriya sondajê ya 20 metre kûr bi destê ekîbên îtfaiyeyê hat xilaskirin.
Li Taxa Tepedamê ya navçeyê kesên dengê cêwrikê di boriyê da asêmayî bihîstin, agahî dan ekîbên Îtfaiyeya Ozalpê.
Ekîbên çûn taxê, bi xebata 2 saetan cêwrik ji cihê tê da asê mabû derxist.
Cêwrikê ku tenduristiya wî baş e danîn cem maka wî.