Önder Beyter
08 Hezîran 2020•Rojanekirin: 12 Hezîran 2020
Ji bo welatiyên li Başkaleya navçeya Wanê ku di erdheja bi lerza 5,9an a ku navenda lerzê bajarê Xoyê yê Îranê bû da malên wan hilweşiyan, dê xanî bên çêkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emin Bilmez bi Parlamenterê AK Partiyê yê Wanê Abdulahat Arvas, Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê Tuxgeneral Yuksel Yigit ra ligel mixtarên taxên ku di erdheja 23yê sibatê da xesar dîtin, hat cem hev.
Bilmezê ku ji hêla Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Asim Solak, Fermandarê Tuxaya Hidûd a 6emîn Albay Îlker Ertugrul û mixtaran hat pêşwazîkirin, der heqê xebatên ku piştî erdhejê hatin kirin da agahî dan.
Bilmez bal kişand ku piştî erdhejê, dewletê hemû derfetên xwe ji bo mexdûrên erdhejê seferber kirin.
Bilmez bal kişand ku dewletê tu kes mexdûr nekir, yên ku heywanên wan telef bûn jî alîkarî da wan û wiha dewam kir:
"Niha jî ji bo çêkirina xaniyan xebatê dest pê kir. Piştî erdhejê Brêz Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan telîmat da ku ji bo mexdûrên erdheja Elezîzê çi hatibe kirin, bira ji bo mexdûrên erdhejê yên li navçeya Başkaleyê jî were kirin. Lewma jî em dixwazin van xaniyan di demeke kurt da çêbikin û teslîm bikin. Ji bo kesên ku heqê wan heye, serîlêdan di 15ê Hezîrana 2020an da dest pê dike. Herwiha komîsyon dê serîlêdanan binirxîne û bê pesend bike."
Di erdheja bi lerza 5,9an a ku 23yê sibatê çêbûbû û navenda lerzê bajarê Xoyê yê Îranê bû da li taxên li ser sînor di xaniyan da xesar çêbûbû û 10 kes jî miribûn.