Mesut Varol
08 Îlon 2022•Rojanekirin: 10 Îlon 2022
Di Keleha Ayanîsê ku Urartuyan li kêleka Gola Wanê çêkiriye da xebatên vedanê dewam dikin. Di xebatan da odeyek hat derxistin û di odeyê da lewheyeke bronz hat dîtin. Li gor nirxandinê malbata qral ev lewhe wekî xemla dîwar bi kar aniye.
Keleha ku dîroka wê heta 2 hezar û 700 sal berê diçe, li Tuşbaya navçeya Wanê ye. Keleh bi xemla xwe, dîwarên xwe yên kerpîç û neqişandina kevirên xwe va ji avahiyên herî bi îhtişam ên Qraltiya Urartuyan yek e. 34 sal in di kelehê da xebatên vedan û restorasyonê dewam dikin.
Bi serokatiya Prof. Dr. Mehmet Işikliyê Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Ataturkê vedan li aliyê bakur va di palê da tê kirin, 4 odeyên nû derketin holê.
Di odeyên nû da lewheyeke bronz hat dîtin. Malbata Qraltiyê ev lewhe wekî xeml bi dîwar û deriyan va darda kiriye. Dema ku lewhe hat derxistin, tiştek pê nehatibû. Arkeolog wê di laboratuvarê da eserê analîz bikin.
Prof Dr. Işikli ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew dixwazin hemû avahiyên ku bi Perestgeha Haldiyê ra têkildar in, derxin holê.