Önder Beyter
01 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2019
Li Yozgatê mînîbusa ku Tîma Hentbolê ya Jinan a Ordu Gençlerbirligi tê da bû, totî newalê bû û li gorî encamên destpêkê kesek mir, 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, mînîbusa ku plaqeya wê 52 RF 559 e û werzişvanên Ordu Gençlerbirligi ku ji tîmên Lîga 2yemîn e tê da bûn, li navçeya Aydincikê li nêzîkî gundê Çokelekê totî newalê bû.
Li gorî encamên destpêkê di qezayê da kesek mir, 15 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Çekerek û Sorgunê.
Hat destnîşankirin, werzişvanên Ordu Gençlerbirligi ji bo maçê diçûn Yozgatê.