HAKKARÎ
Li Daglicaya Yuksekovaya navçeya Hekariyê di navbera endamên rêxistina terorê û hêzên ewlehiyê da şer derket û li gor agahiyên ewil di pevçûnê da 3 leşker cangorî bûn û 6 leşker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt, li herêma Daglicaya ku 45 kîlomêtro dûrî Yuksekovayê ye, endamên rêxistina terorê ya PKKyê êrîşî hêzên ewlehiyê kirin.
Di navbera hêzên ewlehiyê û endamên rêxistinê da şer derket û li gor agahiyên ewil di pevçûnê da 3 leşker cangorî bûn û 6 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi firokeyan rakirin nexweşxaneyê û li herêmê pevçûn hê dewam dike.
Ji bo qefaltina terorîstan li herêmê operasyon dewam dikin.