ŞANLIURFA
Endamên sendîqayê zarokên malbatên karkerên demsalî yên li gundê Eskîna girêdayî Navçeya Bozovayê ziyaret kirin, li vir pirtûk, lênûs, pênûs û çente belavî zarokên li zeviyê dixebitin kirin.
Serokê sendîqayê Halît Şahîn got ku li her derê pirsgirêkên van zarokan tînin ziman û wiha dewam kir: "Ji ber ku malbatên wan diçin pembû komkirinê zarok nikarin biçin mektebê."
Zarokan jî xemgîniya xwe anîn ziman û ji bo ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin bangî destûrmendan kirin.