Gökhan Yılmaz
13 Îlon 2023•Rojanekirin: 13 Îlon 2023
Waliyê Zonguldakê Osman Hacibektaşoglu ragihand, piştî ku li navçeya Eregliyê ocaxa madenê tep bû, bi 3 karkeran ra têkilî danîne û karkerekî ku giran birîndar bûye jî derxistine.
Ocaxa komirê ya Mueseseya Armutçukê ya Saziya Komirê ya Tirkiyeyê (TTK) ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, tep bû.
Li ser cabdayînê polês, ekîbên tenduristiyê, UMKE, AFAD û ekîbên xelaskirinê yên Saziya Komirê ya Tirkiyeyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Ji bo xelaskirina 4 karkerên di kana tepbûyî da mane, xebat dan destpêkirin.
Walî Hacibektaşoglu hat herêmê, lêkolîn pêk anî û ji peywirdaran agahî sitand.
Hacibektaşoglu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, di saet derdora 14.30yî da di kana madenê ya Mueseseya Armutçukê ya TTKyê da di koda kêm 450 da tepbûn çêbû.
Hacibektaşoglu destnîşan kir ku bûyerê tesîr li 4 karkeran kir û wiha dewam kir, "Vê gavê ekîba lêgerîn xilaskirinê û ya texlisiyeyê ya 250 kesî midaxeleyê dike. Karkerek giran birîndar hat derxistin, ekîbên me bi 3 karkerên din ra têkilî danîne. Hewl didin wan bi baldarî derxin."
Walî Hacibektaşoglu her wisa diyar kir ku di kana madenê da teqîn çênebûye, ji ber hilweşîna banî tepbûn çêbûye, hewl tê dayîn ku karkerên di kanê da mane werin derxistin. Ji xeynî vê di kanê da rîskeke din tuneye."