Hüseyin Yıldız
29 Sibat 2024•Rojanekirin: 01 Adar 2024
IGDIR (AA) - Li Îdirê agir bi loda gîhê ket û 4 hezar gurz gîha şewitî.
Li taxa Konakliyê ji ber sedemeke ku he ne diyar e, agir bi loda gîhê ya Abdulselam Galîtekîn ket.
Li ser xeberê ekîbên Midûriya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Îdirê hatin herêmê da ku agir bitemirînin.
Bi midaxeleya ekîban agir hat temirandin, lê heta ku hat temirandin jî 4 hezar gurz gîha şewitî.