Hüseyin Yıldız
13 Hezîran 2022•Rojanekirin: 14 Hezîran 2022
Li Îdirê di 9 rojên dawîn da 1237 koçberên bêdestûr ên Efxanistanî bi balafiran şandin Efanistanê.
Ji bo pêşîlêgirtina koçberên bêdestûr ên ku dixwazin bi rêya dereqanûnî bikevin welêt, kontrol dewam dikin. Kesên ku sînor derbas kirin jî bi destê hêzên ewlehiyê hatin girtin û li midûriyên Îdareya Koçê ya Bajêr tên dersînorkirin.
Di vê çarçoveyê da di navbera 5-13ê hezîranê da 1237 koçberên bêdestûr ên Efxanistanî li bajarên cuda hatin girtin û ew anîn Midûriya Îdareya Koçê ya Bajarê Îdirê. Koçber li vê derê bi 8 balafirên charter hatin dersînorkirin.
Li Îdirê îsal bi 15 firînên charter bi tevahî 2 hezar û 794 koçberên bêdestûr ber bi welatê wan va hatin şandin.
- Jimara koçberên ku ber bi welatê wan va hatin şandin derket 37 hezar û 121an
Îsal li tevahiya welêt bi tevahî 37 hezar û 121 koçberên bêdestûr hatin şandin, heta niha jimara kesên ku hatin dersînorkirin jî li gor par ji sedî 89 zêde bû.
Li Agiriyê 227 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê bi balafirê bo welatê xwe hatin şandin.
227 koçberên bêdestûr ên ku bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûn, paşê hatin girtin û bo Navenda Paşdaşandinê ya Rêveberiya Koça Parêzgehê hatin radestkirin, bi mînîbusan bo Balafirgeha Ehmedê Xanî hatin veguhestin.
Piştî temambûna kontrol û miemeleyan koçberên bêdestûr li balafirê hatin siwarkirin.
Balafira ku koçberên bêdestûr lê siwar bûn, ber bi Efxanistanê bi hewa ket.