ÎZMIR / MÊRSÎN
Li Îzmirê li dijî YDG/Hya şaxa ciwanan a PKKyê li 3 navçeyan di heman demê de operasyon hat kirin û 13 kes hatin binçavkirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîn a Terorê, Hereketa Taybet û Hêzên Çevîkê bi arîkariya wesayîtên akrep û TOMAyan, operasyon birin ser navçeyên Bûca, Karabaglar û Konakê.
Operasyon li navnîşanên ku berê hatibûn eşkerekirin hat kirin û firokeya polêsan jî arîkarî da.
Di operasyonan de 13 kes hatin binçavkirin.
Şikbar birin Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Îzmirê.
Li Mêrsinê operasyon
Li Mêrsinê di operasyona dijî YDG/Hya şaxa ciwanan a PKKya rêxistina cihêxwaz da 5 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li hin ciyên bajêr operasyon birin ser YDG/Hya şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê.
Di operasyona ku li dijî endamên rêxistinê yên ku di çalakiyên bêdestûr da molotof û teqemenî avêtin polêsan da 3yê wan ji 18 salî piçûktir 5 kes hatin binçavkirin.
Li Tûnceliyê êrîşa terorê
Walîtiya Tûnceliyê diyar kir ku di êrîşa bibombe ya li ser yekîneya qomandoyan a li Pulumurê da leşkerek û welatiyek birîndar bûn.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku endamên rêxistina terorê di saet 23.30yî da li pêşiya nîzamiyeya Fermandariya Boluga Qomandoyên Esayîşê yên Cendirmeyan wesayîtek teqandin, piştî teqînê zirar çêbû, çawîşê pispor ê ku li nîzamiyeyê wezîfe dikir û welatiyeka ku ji rê ra derbas dibû birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku birîndar rakirin Navenda Tenduristiya Civakê ya Pulumurê piştî dermankirina ewil çawîşê pispor sewqî Nexweşxaneya Leşkerî ya Ezircanê, welatiya birîndar jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Ezircanê kirin. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran di asteke xeternak da nîne.