Türkan Tosun
01 Sibat 2021•Rojanekirin: 01 Sibat 2021
Li Behra Egeyê, li Karaburuna navçeya Îzmirê deqîqeyek li dû hevdu du erdhej çêbûn.
Li ser malpera Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) hat daxuyandin erdheja ewil di saet 8.46î da bi lerza 5,1ê û 20,69 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Erdheja duyem jî di saet 8.47ê da bi lerza 4,8an û 7 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.