ÎSTANBUL
TRT WORLDa kanala TRTyê ya ku ew ê bi ingilizî weşanê bike malpera xwe û hesabên xwe yên medyaya civakî di salvegera avakirina saziyê ya 51an da vekir.
Midûrê Gişkî yê TRTyê Şenol Goka li studyoya ku li studyoya Ulusê ya TRTê ji bo kanalê hatibû çêkirin daxuyanî da rojnamevanan.
Goka got dixwazin ku di demeke kurt da bingeha teknîkî ya TRT WORLDê amade bikin, xebatkar ji bo bingehê zû çêbikin bi şev û bi roj dixebitin.
Goka xebatkarên kanalê pîroz kir û wiha pê da çû:
"Amadehiyên ji bo temamkirina teknîk û bingehê dewam dikin. Zehf dixebitin. Ji ber ku bi ekîbeke wiha ra dixebitim ez kêfxweş im. Me bi taybetî di 1ê gulana ku tarîxa avakirina TRTyê ye da dest bi weşana malperê kir. Înşaellah ev kanala me yê jî wek TRTyê demeke dirêj weşanê bike. Piştî vê weşanê zêde kar nema, em ê hinekî berhev kin û dest bi weşana kanalê bikin. Înşaellah em ê mehcûb nemînin."
Goka destnîşan kir ku giranmeşandina kar nayê wê meneyê ku kar baş nayê kirin û wiha axivî: "Amadekirina bingeha qanûnî û bingeha teknîkî zehf girîng bû. Di demeke kurt da temam nedibû. Divê meriv di serî da bi hêz dest bi kar bike ku bikaribe têkeve reqabetê. Ev dema ku ji ser me derbas bû da me bingeha xwe amade kir. Dema ku kanalê bi tevahî dest bi weşanê kir înşaellah wê bibe kanaleke mezin."
Goka diyar kir ku kanalê 15 roj şûn da dest bi weşana testê bike.
Kesên ku dixwazin weşana testê bişopînin divê têkevin navnîşana "http://beta.trtworld.com"ê.