Elif Orhan
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
ÎSTANBUL
Di daxuyaniya ku ji Platfroma Îradeya Neteweyî hat dayîn de hat diyarkirin ku hêz û berxwedêriya Tirkiyeyê li cî ye. Êrîş dê hember yekîtî û bihevrebûna me bêtesîr bimînin.
Di daxuyaniya ku ki Platforma Îradeya Neteweyî ya ku ji gelek saziyên civakî yên sivîl pêk tê hat dayîn de wiha hat gotin "Welatê me 16 sal e bi xêra îstiqrara siyasî, di serî da xizmetên tenduristiyê, polîtîkayên sosyal û veberhênanên veguhastin û binesaziyê, di gelek waran da mezinbûn û pêşketineke girîng bi dest xistiye. Palpiştê herî qewîn ê vê serdema îstiqrarê, bêşik polîtîkayên aboriya bihêz e. Di vê pêvajoyê da senaryoyên kaosê yên wekî bûyerên terorê, hewldana Geziyê, 17-25ê Berfanbarê derbeya dadrêsê û 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê ku armanca wan girêdana dest û lingê welêt bûn, bi rihê yekîtiyê yê "İradeya Neteweyî" ku di şexsê Serokomarê me da, da der va hatin şikandin. Tesîra van hemû xetereyan a li ser aboriyê, bi xêra "iradeya saxlem" hatiye tehdîdkirin.
- "Gelê me xwedî wê îradeyê ye ku li gel dewleta me bisekine û lîstikan xira bike"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye bi tehdît û mueyîdeyên mîhraqên derve re rû bi rû maye û ev hatin gotin:
"Helwesta jixwebawer a welatê me, ji bo welatiyên me û ji bo mezlûmên hemû dinyayê bûye hêvî û pêbawerî. Amerîka ku bi xwestekên xwe yên emperyal va berpirsê sereke û pêşîn ê şer û pevçûnên li dinyayê ye, ji bo ku vê pêbaweriya welatê me bişkêne, serî li lîstikan dide. Amerîka ku xwedêgiravî mitefiqê me ye, li Sûriye û Iraqê gavên wisa davêje ku yekperçetiya xaka Tirkiyeyê dixe xetereyê, xwedî li kiryarên xaîn ên 15ê Tîrmehê, hewldana derbeyê derdikeve û herwiha qaşo li dijî Halk Bankasi darizandinan dike. Êdî herkes bi van polîtîkayên durû yên Amerîkayê ku berevajiyê hiqûqa mitefiqtiyê ne, hesiya ye. Ji xeynî van yekan, dîsa radibe û dixwaze midaxaleyî dadrêsa Tirk bike û herwiha biryarên astengiyên aboriyê werdigire, ji ser kurên dovîzê ra tenezulî operasyonên manîpulatîf dike ku ev yek hemû li ber çavê raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê diqewimin.
Îro ji ser kurên dovîzê li dijî welatê me êrîşeke xedar a aboriyê hatiye destpêkirin. Hêz û destên tarî yên ku naxwazin Tirkiye polîtîkayên neteweyî û xumalî bimeşîne, hemû derfetên xwe seferber dikin û êrîşî aboriya Tirkiyeyê dikin û herwiha xwestekên xwe yên xaîn li ser Tirkiyeyê ferz dikin.
Wekî Serokomarê me ku dibêje, "Navê vê yekê, operasyona dijî Tirkiyeyê ye. Armanca operasyonê jî ew e ku di hemû waran da dest û lingê Tirkiyeyê girê bide. Me lîstika we dît û em dibêjin werin meydanê. Em ê teslîm nebin", em jî bi van hemû operasyonan beled in. İradeya miletê me heye ku wekî her carê piştgiriya dewleta xwe bike û lîstika wan têk bibe. Hêz û qeweta Tirkiyeyê di cihê xwe da ye. Êrîş dê li hemberî yekîtî û hevrabûna me bişkên. Divê bêyî ku hêvîşikestin di me da çêbe, em li ser kar û emelê xwe bibin û hilberîna xwe bidomînin.
Wekî Platforma İradeya Neteweyî tevî rêza xwe em ji raya giştî ra radigihînin ku li hemberî vê şerê aboriyê ku li dijî welatê me hatiye destpêkirin, em li kêleka dewleta xwe û Serokomarê xwe ne.