Aykut Yılmaz
01 Hezîran 2023•Rojanekirin: 02 Hezîran 2023
Parlementerên di encama Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn da hatin hilbijartin sibê di vekirina Sala Zagonsaziyê ya Yekem ya Heyama 28emîn da wê sond bixwin.
Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) encamên teqez ên Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn eşkere kir.
Piştî eşkerekirina encaman Lijneya Giştî ya TBMMyê wê sibê di saet 14.00an da ji bo merasima sondxwarinê bicive.
Serokê Giştî yê MHPyê û Parlamenterê Osmaniyeyê Devlet Bahçelî ji ber ku endamê Meclisê yê ku temenê wî herî mezin e wê wek Serokê Berwext ê TBMMyê rûniştina ewil a Meclisê bi rê va bibe.
Li gor rêznameya navxweyî şeş parlementerên herî ciwan wê bi berwextî endamtiya katibtiyê bikin.
Dîwana Serokatiya Berwext heta ku Serokê Meclisê û Dîwana Serokatiyê bê hilbijartin wê li ser wezîfeyê be.
- Merasima sondxwarinê bi sondxwarina Bahçelî wê dest pê bike
Di Lijneya Giştî ya Meclisê da ewilî wê Serokê Meclisê yê Berwext Devlet Bahçelî sond bixwe. Piştî Bahçelî ji bajarên gorî rêza alfabeyê wê parlementer derkevin dikê û dest bi sondxwarinê bikin.
Parlementerên di merasima sondxwarinê da cî negirtibin di serê rûniştina ewil a ku beşdar bibin da wê bikaribin sond bixwin lê parlementerên ku sond nexwin nikarin ji tu mafekî ku ji ber parlementeriyê tê heqkirin, îstifade bikin.
Ji hêla din va li Meclisê qeydkirina parlementeran wê dewam bike.