DONETSK
Mehmet Kiliç û çend kesên din ên ku di çarçoveya çavdêriya Teşkîlata Tevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (TTEE) de wezîfe dikirin û di 26 gulanê de ji hêla cudaxwazan ve hatibûn revandin, serbest hatin berdan.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan, cudaxwazan bi şev Kiliç û çavdêrên ji Ewropayê anîn otêleka li navenda Donetskê û teslîmî rayedarên TTEEyê kirin.
Li bendê ne ku Kiliçê xebatkarê Serokatiya Civatên Eqrebe û Tirkên li Derveyî Welêt a Serokwezîrtiyê (CETDV) û kesên din ên ku pê re ne di navbera çend saetan de bibin cihekî ewledarê li rojavayê Ukraynayê.
4 endamên TTEEê yên ku li Donetskê wezîfe dikirin di 26ê gulanê de ji hêla cudaxwazên alîgirên Rûsyayê ve hatibûn revandin. Wezareta Karên Derve ji bo serbestberdana çavdêran gelek têkilî danîbûn.