
Malbat, eqrebe û hevalên Yasin Boru (16), Hasan Gokgoz (26) Huseyin Dakakê (19) ku hatibûn kuştin û Yusuf Erê ku di bûyeran de birîndar bibû piştgirî dan Pakêta Ewlehiya Navxweyî.
Mehmet Gokgozê bavê Hasan Gokgoz ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku guleyek kesekî, lê molotof gelek kesan bi hev re dikuje.
Gokgoz wiha axivî: "Yên ku kurê min kuştin hemûyan rûyên xwe nixumandibûn. Heke rûyê xwe nexumandina me dikaribû ew nasbikirana. Bila herî kêm 10 sal cezayê hepsê bidin wan. Roja ku em ê biçûna nexweşxaneyê yekî rûyê wî nixumandî nehîşt em herin û bû sedema mirina kurê min. Piştî ku kurê min hat kuştin ez nikarim razêm, êşkenceyên li kurê min kirin tên bîra min."
Gokgoz got ku divê Pakêta Ewlehiya Navxweyî bê qebûlkirin û wiha dewam kir: "Di pakêtê de bi tenê madeyek nebaş e. Ew jî desthilatiya polêsan e. Lewra berê ji ber vê mafê polêsan polês li herêmê bi kêfa xwe tevgeriyan. Ez ditirsim ku dîsa tiştên nebaş çêbibin. Bila pakêt bibe qanûn"
- "Paket derengî ket"
Oztekîn Dakakê bavê Huseyîn Dakak jî got ji bo kesên ku pûşiyê diavêjin stûyê xwe û bangî mirovan dikin ku bila derkevin kolanan, xepengên xwe bigrin divê zagon bikeve rewacê.
Dakak wiha axivî: "Di çalakiyên 6 û 7ê cotmehê de yên ku kurê min ji şaneşînê avêtin jêrê, ji wan gelekan rûyên xwe nixumandibûn. Ev pakêt derengî ket. Heke berê derkatibûya ev bûyer wê nebûna û zarokên me jî wê nehatana kuştin."
- "Yên ku êrîş kirin rûnixumandî bûn"
Yusuf Erê ku ji bûyerê birîndar filitîbû jî got ku divê pakêt ji zû ve bûbûya zagon û wiha axivî: "Heke zagon berê derketiba ev bûyerên 6-7ê cotmehê wê nebûya. Rûyê kesên ku êrîşê min û hevalên min kirin rûnixumandî bû. Ji bo ku Yasîn, Hasan, Huseyîn û Riyadên din neyên kuştin, ez dixwazim ku ev pakêt bibe zagon."
Mustafa Boruyê apê Yasîn Boru jî got ku pakêt ji ber ku pirsgirêkên gel çareser bike tê derxistin û wiha axivî: "Rojên berê PKK û JITEM bi hev re tevgeriyan. Gelê dîndar her tim zilm dît, hê jî di girtîgehan de gelek mirovên dîndar heye. Di bûyerên 6-7ê cotmehê de her der talan kirin, mirovan kuştin û malê wan zeft kirin. Di nav wan de yên ku rûyê wan nixumandî jî hebûn. Bi ya min heke wê demê ev zagon di rewacê de bûya ev bûyer wê evqas mezin nebûya, an jî wê qet çênebûya. Molotof heke wek sûc bihata qebûlkirin ew bûyer wê çênedibû."