SAMSUN
Li Termeya navçeya Samsûnê minîbus û tirimbêl li hev qelibîn û LPGya tirimbêlê teqiya. Di qeza û teqînê da 6 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Tirimbêla bi pleqeya 34 VL 3941 ku şofêrê wê Ahmat Bodur bû û ji Ordiyê diçû Samsûnê, li texma Sakarliyê ji rê derket û li refûjê qelibî û derbasî şerîda din bû, tirimbêl bi minîbusa bi pleqeya 52 EP 392 ku Îmdat Akgul dajot va li hev qelibî.
Di qezayê da tanka LPGyê ya tirimbêlê teqiya û agir bi minîbusê ket.
Di qezayê da şofêrê tirimbêlê ji wesaîtê pekiya û di cî da can da. Ji heman malbatê Emîne, Şehrî, Soner, Yusuf û Caner Akgul di minîbusê da şewitîn.
Di qezayê da şofêrê din Îmdat Akgul, Songul, Alî û Yucel Akgul birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Termeyê. Îmdat Akgulê ku rewşa wî giran e sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Samsûnê kirin.
Tîmên agirkujiyê agir tefandin û hewl didin ku cinazên 5 kesên ku şewitî derxin.