TOKAT - EKBER TURKOGLU
Şaredariya Zîleyê ji bo ku kesên ku li derveyî navçeyê dijîn bikaribin gorên xizmên xwe li ser înternetê ziyaret bikin û dia bikin malpereke bi navê "www.kabirdua.com" ya ku dîmenên goran yên 360 pîleyî û 3 alî nîşan dide, ava kir.
Şaredariya Zîleyê bi xebateke ku bi qasî 6 mehan dewam kir, bi mûltîkopterê wêneyên 30 hezar gorên li navçeyê kişand. Pişt re van dîmenan li malpera "www.kabirdua.com "ê bar kir. Zîleyî bi vî xebatê derfet dîtin ku gorên xizmên xwe bi 3 alî û 360 pîleyê bibînin. Zîleyî heman demê de dikarin ku ji melayên Kabeyê Fatîhe, îxlas û Yasînê bidin xwendin.
- Goran dê bi awayekî online ziyaret bikin
Şaredar Lutfî Vîdînel daxuyaniyekî da nûçegihanê AAyê û got ku bi hezaran zîleyî li derveyî navçeyê dijîn. Vîdînel da zanîn ku hin kes ji ber sedemên aboriyê nikarin bên navçeyê û wiha axivî: "Me wek şaredariya Zîleyê li cîhanê kareke ku nehatiye kirin, kir û ji ber vê yekê jî em gelekî kêfxweş in. Welatiyên me yên li derveyî navçeyê di rojên pîroz de dixwazin ku gorên xizmên xwe ziyaret bikin lê nikarin vê daxwaza xwe bicîbînin. Me malpera 'www.kabirdua.com"ê ava kir û bi vî awayî xizmetekê xweşik ji bo welatiyên xwe dikin ku bikarin vê daxwaza xwe bicîbînin. Her li ku dibin bila bibin dema bikevin malperê dê goran bibînin."
Vîdînel got ku bi xebateke ku bi qasî 6 mehan berdewam kir vê xizmeta xwe pêk anîn û got ku "Me bi mûltîkopterê wêneyên 30 hezar gorên li navçeyê kişand. Pişt re van dîmenan li malpera "www.kabirdua.com "ê bar kir. Welatiyên me li ser malperê ji kîjan hafizê bixwazin dê diayan bidin xwendin. Pişt re welatiyên me dê bikarin li vir bi karta qrediyê sedeqeyên xwe bidin."
Vîdînel wiha axivî:
"Ji ber vê xizmetê gelek dia ji bo me hatin kirin. Em jî kêfxweş in ku me di demeke bi qasî 6 mehan kurt de vê xizmeta xwe pêk anî. Şikir ku me li Tirkiye û cîhanê kareke ku heta niha nehatiye kirin, bi cî anî. Em wek şaredarî girîngiyê didin goran. înşallah nifşên pişt me jî ji bo me wiha dia bikin."