Li Konyayê Xalid Hasounê sûrî yê ku li ber mizgeftê hatibû kêrkirin li cihê bûyerê mir.
Li Karataya navçeya Konyayê welatiyan dît ku li ber Mizgefta Toramanê kesek di nav xwînê de birîndar li erdê dirêjkirî ye. Welatiyan bangî polêsan û tîmên tenduristiyê kirin.
Dema tîm gihîştin ber mizgeftê dîtin ku Xalid Hasoun (34) miriye. Cesedê Hasoun ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Numuneyê ya Konyayê.
Hat ragihandin ku polêsan ji ber şikê telefonî birayê wî Mehmûd Talîp Hasoun kirine. Der barê bûyerê de jêpirsîn dewam dike.