DİYARBAKIR
Waliyê Diyarbekirê Cahît Kiraç, encama operasyonên li ser madeyên hişbir eşkere kir. Li gorî vê yekê bi bihayê milyonek û nîv lîrayî 20 ton esrar hat berhevkirin, 3 ton û 425 kîlo esrara hûr û 15 milyon kokên kinifê hatin bidestxistin.
Walî Kiraç der barê îdiaya goristana taybet ya PKKyê ya li Lîceyê de wiha got: "Van rojên dawî li Lîceyê ji bo goristanê hin hewildanên derhiqûqî hene. Mirîveşartin, li cihekî derhiqûqî nabe. Di vê mijarê de lêpirsîn hat vekirin. Ji bilî vê jî bi mufetişên Wezareta Karên Hundirîn, dê bi dûr û dirêj ev mijar bê nirxandin."