Haydar Şahin
05 Adar 2021•Rojanekirin: 06 Adar 2021
Li Edirneyê ji ber mijê li dora Mizgefta Selîmiyeyê ya berhema heyama hostetiya Sînanê Mîmar mesafeya dîtinê gelekî kêm bû.
Mesafeya dîtinê li hin cihan dakete 40 mêtroyî û ajokaran gelekî tengasî kişandin.

Ekîbên Midûriyeta Ewlekariyê li kolanên qerebalix û xaçerêyan tevdîr hildan.
Mizgefta Selîmiyeyê ya nîşaneya bajêr di na mijê da xanê nekir. Li pireyên dîrokî jî dîmenên xweşik derketin holê.
Rayedarên meteorolojiyê gotin germahiya hewaya bajêr 5 pile ye û piştî nîvro mijê rabe.