Di Civîna Meclisê ya Şaredariyê de hat îdiakirin ku Şêx Seîd û hevalên wî di 29ê hezîrana 1925an de li Qada Dagkapiyê hatin dardekirin û pêşniyaz kirin ku navê Qada Dagkapiyê bê guherandin. Ev pêşniyaz bi yekdengiya endamên Meclisê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û AK Partiyê hat qebûlkirin.
Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanakê di civînê de axaftinek kir û diyar kir ku Meclisa Şaredariyê biryareke dîrokî da. Kişanakê parast ku ji bo pêşgirtina asîmîlasyonê pêngaveke cuda avêtin.
Kişanakê diyar kir ku divê Tirkiye bi rastiya xwe bi xwe re rû bi rû bimîne û wiha axivî: "Xeletiyên dîrokî gelan ber bi avgereke bi xwîn ve kişand. Zihniyeteke tekparêz hilpesandin, welateke înkarker û asîmileker derket holê. Bi Dadgehên Îstîklalê yên ku hatin damezrandin, edalet hat qetlkirin. Em îro li vir ji bo ku piçek jî be tehrîbatên vê xeletiya dîrokî telafî bikin û ji holê rakin,me pêngaveke girîng avêt. Ew qada ku gora Şêx Seîd Efendî û hevalên wî li wir in, dê bi navê wan bê bîr û ev rûbirûmayîn dê pêk bê."