ÎSTANBUL
Midûrê Giştî yê TRTyê Şenol Goka destnîşan kir ku navê TRT Şeşê (TRT 6) wek TRT Kurdî hat guherandin.
Ji bo salvegera 6emîn a avakirina TRT Şeşê li Salona Konserê ya Cemal Reşît Rey çalakiya "Şeva Dengbêjan" hat kirin. Di şevê da dengbêjên ji Îran, Ermenistan, Iraq, Tirkiye û Qefqasyayê kilam gotin.
Bername bi kurdî û tirkî hat pêşkêşkirin û Midûrê Giştî yê TRTyê Şenol Goka axaftina vekirina bernameyê kir. Goka got ku di şevê da civateke xweş derket holê.
Goka bal kişand ser girîngiya dewlemendî û cihêrengiyê û got ku ez ê mizgînekê bidim û wiha dewam kir: "Bi înkarkirina cihêrengî û dewlemendiyan, em gelek nirxên xwe wenda dikin. Ji ber vê jî divê em van qebûl bikin da ku dewlemend bibe û di nav gel da, li erdnîgariyên dûr belav bibin. Navê TRT Şeşê hat guherandin. Navê TRT Şeşê êdî TRT Kurdî ye."
Goka destnîşan kir ku TRT Kurdî li erdnîgariya nêz bandoreke mezin çêkir û wiha got: "TRT Kurdî hesasiyeteke muhîm tesbit kir û pêşva bir. Înşaellah wê li erdnîgariya nêz bi şopînerên xwe pêşva here. Ez dixwazim vê bêjim; em ê bi yên ku bi vî zimanî diaxivin ra, yanê yên ku bi kurdî diaxivin, di nav hevkariyê da berhem û xebatên baş çêbikin. Em ê di demeke kurt da van berhem û xebatan bînin ser ekranan. Belkî jî ya rast ev mizgîn e."
Parlementerê AK Partiyê Mehmet Metîner, Kordînatorê Kanala TRT Kurdî Mustafa Ekîcî û gelek mêvan beşdarî şevê bûn.