Sefa Mutlu
13 Adar 2022•Rojanekirin: 14 Adar 2022
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan peywendiyeke telefonê digel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres encam da.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê di peywendiya telefonê de di serî de şerê Rûsya-Ukraynayê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji bo pêkhatina agirbestê di şerê Rûsya-Ukraynayê de û jinûve dabînkirina aşitiyê hewleke mezin didie û herwiha ji bo alîkariya mirovî û texliyeyan jî xeyretê nîşan dide.
Sekreterê Giştî yê NYê Guterres jî ji ber hewlên dîplomatîk û navgîniya Rûsya-Ukraynayê û piştevaniya ji bo aşitiyê, spasiya Serokomar Erdogan kir.