Li Diyarbekir di çarçoveya jêpirsîna rapora tenduristiyê ya sexte de operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de 4 jê doxtor 5 kes hatin girtin.
Tê gotin ew doxtorên ku hatin girtin ji bo kesên mehkûm ên ku di nexweşxaneyan de ne zêde bimînin raporên sexte amade kirin e.
Ji ber vê tevgerê lêpirsîn hat lidarxistin û operasyon hatin kirin. Di operasyonan de ji 7 kesên ku 4 jê doxtor in 5 kes ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha 5emîn Cezayê Giran a Diyarbekirê hatin kirin.
Gûmanbarên ku sewqî dadgehê hatin kirin di îfadeyên xwe de mijarên ku pê tên sucdarkirin, qebûl nekirin.
Lijneya dadgehê piştî lêkolînên xwe ji bo girtina gumanbaran biryar da.
Di operasyona rapora tenduristiyê ya sexte de bi tevahî 19 kes hatibûn binçavkirin.