AKSARAY
Otobuseke rêwiyan li ser rêbeja Aksaray-Adanayê ku cemed girtibû şemitî û gindirî şarampolê. Di qezayê de 43 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan Mazlûm Nayman ajotvaniya otobusa bi plaqaya 72 DZ 720 dikir. Otobus li ser xaçerêya Nîgde Altûnhîsara rêbeja Aksaraya-Adanayê ji ber ku rê cemed girtibû, şemitî û gindirî şarampolê.
Di qezayê de 43 kesên ku birîndar bûn ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyên Aksaray, Nigde û Konyayê.