Orhan Onur Gemici
24 Mijdar 2024•Rojanekirin: 25 Mijdar 2024
Li paytext Enqereyê piştî barîna berfê rûyê erdê çîl û spî bû.
Li navenda bajêr û her wiha li hin herêman piştî barîna berfê, li parqên ku navenda cazibeya bajêr in, dîmenên wek kartpostan çêbûn.
Berfê her wiha Anitkabîr, Meydana Ulusê, derdora Sihhiyeyê û Parqa Kuguluyê jî spî kir.
Li Parqa Kuguluyê bi barîna berfê ra dîmenên sipehî çêbûn û lewma welatiyan jî berê xwe da vir û têr wêne kişandin.
Her wiha ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê û yên navçeyan li ser kuçe û kolanan rê xwê kirin û berf verotin.
Li bajêr polêsên trafîqê li devê rêyên sereke tedbîr sitandin û hin ajokaran jî ji ber berfê zehmetî kişandin.