Perwerde dê ji bo nûçegihanên wêneyan, kameramanan û nûçegihanên ku di saziyên medyayê yên neteweyî û navneteweyî de dixebitin bê dayîn. Ji bo bernameyê dê 30 kes bên girtin û şert û mercên serlêdanê wiha nin: Kesên ku dê serî li bernameyê bidin divê ji 40 salî mezintir nebin, divê nexweşiyên wan ên kronîk tunebin, divê bikaribin rêwîtiyê bikin, pirsgirêka wan a leşkeriyê tunebe û divê ji bo ku di AAyê de bixebitin astengiyên wan ên zagonî tunebin.
AA weke distûr kesên ku pewerde nebin naşîne şer. Li gor perwerdeya ku AA dê bide, di nûçegihaniya şer de ya herî girîng ewlehiya nûçegihan e û pişt re jî nivîsandina nûçeyan, kişandina wêne û dîmenan û şandina van e.
Piştî perwerdehiyê sertifîkaya navneteweyî dê bê dayîn.
Qûrsiyerên bixwazin dikarin bi telefona 0 312 999 25 81-82yê agahiyên berfireh bistînin.