17 Adar 2016•Rojanekirin: 19 Adar 2016
ANKARA
Êrîşa terorî ya ku yekşema borî li Kizilaya taxa Çankayaya navçeya Enqereyê qewimî û bû sedema kuştina 35 kesan PKKya rêxistina terorê hilda stûyê xwe.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên ewlehiyê hilda PKKê êrîşa terorî ya ku 13 adarê roja yekşemê li nêzî Guvenparkê di saet 18.43an de qewimî û bû sedema kuştina 35 kesan û birîndarbûna 125 kesan qebûl kir.
Rayedarên ewlehiyê destnîşan kirin ku rêxistina terorê TAKa ku girêdayî PKKyê qebûl kir ku êrîş ji hêla Seher Çagla Demira bi nasnava "Doga Jiyan" ve hatiye kirin.
Rayedarên ji ewlehiyê ragihandin di daxuyaniya hat weşandin de pesnê serkêşê rêxistina terorê Abdullah Ocalan tê dayîn û gotin ku rêxistina terorê di çalakiyên xwe yên dawîn de jina bi kar tîne û ji bo berê bertekên gel nede xwe jî çalakiyan xwe bi destê rêxistinên navên cihê hatine damezrandin li dar dixe û dike stûyê wan.
TAKa girêdayî PKKê çalakiyên li ser sivîlan tên kirin hildide stûyê xwe û ev yek jî balê dikşîne.