DIYARBAKIR
Polêsên Diyarbekirê ji bo ku fikra zarokan a li hemberî xwe biguherînin projeyên ji hev cuda amade kirin.
Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê di çarçoveya projeyan de 4 hezar û 167 zorak ji bo betlaneyê bikin şandin Îstanbûl, Antalya, Konya, Şanliûrfa, Mersîn, Trabzon û Çanakkaleyê.
Bi piştgiriya Walîtiyê Ewlekariya Diyarbekirê projeyên bi navê "Cudahiyên me dewlemendiyên me ne", "Welat yê te ye tu jî wê keşf bike", "Her zarok wek serok tê dinyayê.", "Kampa Havînê ya Îngilizî" amade kir.
Di çarçoveya van projeyan de 4 hezar û 167 zarokî betlane kir.
Midûrê Ewlekariyê yê Diyarbakirê Recep Guven daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ev fikir piştî ku dibistan ketin betlaneyê hat bîra me. Dema ku hevalên me diçûn dibistanan ji zarokan dipirsîn 'Gelo hûn dixwazin li kê derê zanîngehê bixwînin?' Zarokan jî herî zêde navê Îstanbûl Ankara, Antalya û Îzmîrê digot. Di betlaneyê de ev proje hatin bîra hevalên me û em li ser xebitîn. Ji bo ku zarok hêviyên xwe winda nekin me jî ev proje amade kirin. Beriya zanîngehê me got bila herin bajarê ku dixwazin lê zanîngehê bixwînin bibînin."