Ahmet Aydın
16 Îlon 2017•Rojanekirin: 17 Îlon 2017
ANKARA
Rektorê Zanîngeha Yalovayê Prof. Dr. Alî Erbaş weke Serokê Karûbarê Diyanetê hat damezrandin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitendin, birayara damezrandina Prof. Dr. Alî Erbaş weke Serokê Karûbarê Diyanetê wê di hejmara sibê ya Rojnameya Fermî de bê weşandin.
Prof. Dr. Alî Erbaş ku di meha hezîrana îsal de weke Rektorê Zanîngeha Yalovayê hatibû tayînkirin, xwediyê 12 kitêb û hejmarek gelek meqale ye.
Herwiha gelek meqaleyên Erbaş hene ku derbarê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de tesbîtên giring kirine. Yek ji wan meqaleyan ya bi sernavê "Întizara Mesîh Mehdî û Îstismara wê" ye.
Prof. Dr. Alî Erbaş kî ye?
Prof. Dr. Erbaş sala 1961ê li gundê Yeşilyurta girêdayî Kabaduza navçeya Orduyê hatiye dinyayê. Piştî ku Lîseya Îmam Xetîbê ya Sakaryayê qedand ji Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê mezûn bû.
Erbaş li gelek mizgeftên girêdayî Miftîtiya Fatihê ya Stenbolê wezîfe kir û pişt re Li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê lisansa bilind kir û Dûv re jî doktora.
Erbaş li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Sakaryayê, Li Şaxa Makezanista Dîroka Dînan weke Doçentê Yarîdeder wezîfe kiriye.
Erbaş, sala 1998an naznava doçentiyê û sala 2004an jî naznava profesortiyê sitend.
Erbaşê ku sala 2011an li Rêveberiya Giştî ya Xizmetên Perwerdeyê ya Serokayetiya Karûbarê Diyanetê hat wezîfedarkirin di meha hezîrana îsal de jî weke Rektorê Zanîngeha Yalovayê hatibû tayînkirin.
Prof. Dr. Erbaş xêzandar e û bavê 4 zarokan e.