24 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2015
ANKARA
PYDya milê PKKyê ya Sûriyeyê ji bo ku li Moskowaya paytextê Rûsyayê nûnertî veke serî lê da.
Hevseroka PYDyê Asya Ebdûllah a ku li Moskowayê ye daxuyaniyek da ajansa nûçeyan a Sputnîkê û da zanîn ji bo ku nûnertiyê vekin serî lê dan.
Ebdûllahê da zanîn dema ku nûnertî bi awayekî fermî hat vekirin dê daxuyaniyeke berfirehtir bidin raya giştî.
Asya Ebdûllah û ji birêvebirên payebilind ên li Kobanêyê Enwer Muslim, bi Mîhaîl Bogdanovê Arîkarê Wezîrê Karên Derve Nûnerê Taybet ê Afrîka û Rojhilatê Navîn ê Vladîmîr Pûtînê Serokê Dewleta Rûsyayê re pêr hevdîtin kiribû.
Pûtînê Serokê Dewleta Rûsyayê gotibû ku divê artêşa rejima Esed û "hêzên kurdan" di têkoşîna "bi terorê re" de hêzên xwe bikin yek.
Hevserokê PYDyê Salih Muslim piştî ku êrîşên hewayî yên Rûsyayê li Sûriyeyê dest pê kirin pê ve di serê mehê de gotibû ku bi Rûsyayê re amadeyê kordînasyoneke eskerî ne.