03 Adar 2016•Rojanekirin: 05 Adar 2016
ANKARA / HELEB
Hêzên PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê ve dixwazin rêya Kastîlloya ku muxalif dikarin ji wê derê xwe bigihînin Îdlibê bi dest bixin.
Di roja 6emîn a agirbesta qismî û berwext a ku li Sûriyeyê tê sepandin de PYD ji bo ku rê û dora muxalifên li navenda Helebê ne bigire ji aliyê rojava ve bi piştgiriya ûrisan ve êrîş dike.
Hêzên PYDê nêzî mehek berê bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê ve xwe gihandin bajarokên Nûbûl û Zehrayê ya ku nifûsê şiî lê zêde ye û li başûrê Efrînê diminîn. Bi vê xwegihandinê ve korîdora mirovahiyê ya di navbera Heleb-Tirkiyeyê de ye birî. Balafirên şer ên ûris jî ev demek e ku ji bo dorpêşkirina Helebê ji aliyê Nûbûl û Zehrayê ve rêya Kastîlloyê bombebaran dike.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên PYDê vê carê jî ji aliyê başûrê rê ve dest bi êrîşê kirin. Hêzên PYDê yên ku ev sê roja bi piştgiriya balafirên ûris ve êrîşî ser rê dikin duh Girikê Muşrîfê yê li ser rê ye bi dest xist. Piştî şerê bi muxalifan re balafirên şer ên Rûsyayê herêma Navenda Ciwan û Hullukê yên di bin kontrola muxalifan de ye dan ber bombeyan.
Aktîvîstên herêmî yên li herêmê ne ji sivîlan xwestin ku bila ji ser rêya Kastîlloyê ber bi Îdlibê ve neçin.
Li herêmê bombebarandina balafirên şer ên Rûsyayê didome.