Alper Şaşmaz
23 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2025
Pêşengên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (Îmarat), Qeter û Azerbeycanê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra têlefon vekir û ji bo kesên ku di şewata Otela Grand Kartalê ya li Navenda Xweşiqitandinê ya Kartalkayaya Boluyê da mirin, sersaxî dan û ji bo Tirkiyeyê piştgiriyên xwe îfade kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zayed Al Nahyan, Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamad Al Sanî û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra têlefon vekir.
Pêşengên Îmarat, Qeter û Azerbeycanê ji bo kesên ku di bobelata şewata Kartalkayaya Boluyê da mirin, sersaxî da û ji bo Tirkiyeyê piştgiriyên xwe îfade kirin.