MÛSIL
Pêşmerge bi çekên nû yên ku Almanya û welatên rojavayê şandibûn ve li dijî DÎŞIyê şer dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê herêmê, pêşmergeyên ku li çiyayên Başikayê ya ku 26 kîlomêtro rojhilatê bakurê Mûsilê ne bi dijetank, doçka, keleş û çekên din ên nû ve şer dikin.
Pêşmergeyên ku li Berlînê perwerde dîtibûn dijetankên mîlan bi kar tînin û pêşmergeyên din jî der barê çekan de perwerde dikin.
Fermandarê Pêşmergeyan ê li Eniya Başikayê Sidîq Sadî daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Sadî wiha axivî: "Çekên ku welatên rojavayê şandibûn gihîştin destê me. Di nav van de çekên giran jî hene. Dijetankên mîlan menzîla wan 2 kîlomêtro ye û Almanan şandibûn û doçkayên ku menzîla wan 4 kîlomêtro yên ku Fransayê şandibûn kêrî me hatin ku em li hember DÎŞIyê xurt bibin. Ji bilî van em çekên Amerîka û Macaristanê çêkirine jî bi kar tînin. Ev çek sedî sed bi kêrî me tên ku em li hedefan bixin."
Sadî got ku hêza DÎŞIyê nema ku êrîşî pêşmergeyan bike û wiha dewam kir: "Di rojên baran û mij de hewl didin ku bên kozikên pêşmergeyan. Lê me ev rê û tevgera wan jî têk bir. Di pevçûna dawîn de 22 milîtanên DÎŞIyê paş ve vekişiyan. Me derbeke giran li DÎŞIyê xist. Ji bo ku em êrîş bikin em benda fermanê ne."
Sadî got ku bajaroka Başikayê di destê DÎŞIyê de ye, lê çiyayên der û dor di bin kontrola pêşmergeyan de ye.
Sadî got ku di rojên dawîn de DÎŞI zilmê li gelê Mûsilê dike û destûrê nade kesên ku dixwazin ji bajêr û navçeyan derkevin.