20 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
HEWLÊR
Pêşmerge piştî ku Şengala navçeya Mûsilê bi dest xist, ji bo parastina wê dest pê kir û wê 80 kîlomêtre hendek bikole.
Piştî 15 mehan pêşmergeyan operasyon kir û Şengal ji destê DAEŞa rêxistina terorê rizgar kir. Ji bo parastina Şengalê jî serê xetê heta binê xetê wê hendekan bikolin. Hendek û kozikên ku pêşmerge dikolin 10 kîlomêtre dûrî Şengalê ye.
Fermandarê Pêşmerge yê Şengalê General Behçet Teymîz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo wan 10 kîlomêtre dûrî Şengalê kifş kiriye ku ew li wê derê bisekinin, lê heke ferman were dayîn ew ê gundên der û dorê, navçeya Baac û Telaferê ji DAEŞê safî bikin.
Temyîz got ku ew hendekan tenê ji bo ewlehiyê dikolin, ji bo ku li cihên DAEŞ lê hatiye qewirandin kozikan vedin, ew vê rêbazê dişopînin.
Ji aliyê başûr va milîtanên DAEŞê yên li Selaheddîn û Enbarê û ji aliyê rojhilat va jî milîtanên DAEŞê yên li Mûsil û Telaferê 500 mêtre dûrî pêşmergeyan e. Li herêmên ku di destê DAEŞê da ne deng û seda tuneye, li rêya ku kîlomêtreyek dûrî hendekan e jî wesaît pir kêm diçin û tên.
DAEŞ ji tunêlan ra diçe û tê
Hat gotin, milîtanên DAEŞa rêxistina terorê ji bo ku xwe ji êrîşên balafirên şer ên koalîsyonê biparêzin, ji tunêlên ku kolanê ra diçin û tên. Walîyê Şengalê yê rêxistinê jî di tunêla ku li baregeha wan hatiye kolan da xwe vedişartî bûye, lê piştî ku navçe hatiye rizgarkirin, pêşmergeyan ew ferq kiriye û di pevçûnê da hatiye kuştin.
Balafirên şer 24 saetan çavdêriya herêmê dikin û dema ku çûn û hatin çêdibe, hedefê bombebaran dike. Di operasyona Şengalê da milîtanên ku hatine kuştin, hê cesedê wan li wan rast û bestan e, dema ku endamên DAEŞê tên wan hildidin, balafir ser wan da bombeyan dibarînin.
Pêşmergeyan di 13ê sermawezê da bi piştgiriya balafirên koalîsyonê Şengal ji destê DAEŞê derxistibû û herêm ji rêxistinê safî bibû.