TBMM
Serokê Giştî yê AK Parityê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu got, "Hawirdora me di nav bêîstiqrariyên siyasî de ye, dibe ku bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mabe lê gelên van welatên cînar gelên birayên me ne û tekane dewleta ku dikare hewcedariyên wan ên aborî pêk bîne jî Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Li vir a girîng parastina îstiqrara siyasî ya Tirkiyeyê ye."
Davutoglu di Komcivîna TBMMyê ya partiya xwe de axivî û der barê mijarên di rojevê de nirxandin kirin.
- Ez difikirim ku Iraqê ziyaret bikim
Davutoglu got ez difikirim ku di nav vê mehê de Iraqê ziyaret bikim û da zanîn ku difikire ku pişt re Serokwezîrê Iraqê jî ji bo ku ji nû ve bi Iraqê re Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind vejînin bê Tirkiyeyê. Serokwezîr Davutoglu got ku dê di serê kanûna pêşîn de li Atînayê bi Yewnanistanê re civîna Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind bikin û di heman demê de Serokê Dewleta Rûsyayê Birêz Pûtîn jî di serê meha kanûna pêşîn de dê bê Tirkiyeyê. Davutoglu bal kişand ku têkiliyên bi Azerbaycanê re jî derketin asteke xurt.
Serokwezîr Davutoglu got ku "Heta îqtidara me hat tu carî bi awayekî eşkere li ser mijara elewiyan û pirsgirêkên welatiyên me yên elewî nesekinîn.
Serokwezîr Davutoglu navê 12 îmaman jimart û wiha axivî: "Bereksê îbareyên dibêjin ku ev hemû elewîtiyê temsîl dikin û elewîtî kevneşopiyeke derveyî Îslamê ye û hewl didin ku vê yekê îspat bikin. Hemû seyyîd in, hemû îmam in, hemû neviyên Pêxember in. Ev nêrîneke çawa ye ku hûn hem dê bibêjin 12 îmam hem jî kevneşopiya elewî û bektaşî, kevnaşopiya ku di vê rêyê de şax daye wekî kevneşopiyeke ku têkiliya wê bi Îslamê re tune nîşan bidin."
Davutoglu got, "Îro heke kesek rabe û kevneşopiya elewî û sunî wekî du baweriyên li dijî hev nîşan bide, ew cahilekî mazin e, cahilê çandê ye, cahilê elewîtiyê ye, cahilê sunitiyê ye."
-"Pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke neteweyî ye"
Serokwezîr Davutoglu wiha axivî: "Kesên ku divê di gulana 2013an de welêt biterikandina divê êdî dest bi terikandinê bikin, divê êdî çekan berdin. Heke hûn çekan bernedin û her dem qala pêvajoya çareseriyê bikin, berê çekan wekî şûrê demokles her dem bidin birayên me yên li rojhilat û başûrê rojhilatê welêt ne mimkûn e ku em vê yekê bikarin bi pêvajoya çareseriyê îzah bikin. Pêvajoya çareseriyê ji bo me pêvajoyeke neteweyî ye, projeyeke xwemalî ye, projeyeke xweser e û em ê bikin ku bi ser bikeve."