Li Kilîsê Done Şahîna 90 salî dan pişta xwe anîn ser sandiqê.
Li Kilîsê ji bo hilbijartina parlementeriyê ya heyama 25 emîn, dengdayîn dest pê kir. Welatiyan di saet 08.00an de dest bi dengdayînê kir. Welatî xizmên xwe yên nexweş, astengdar, kal û pîr jî tînin ser sandiqan.
Li Kilîsê Done Şahîna 90 salî jî anîn dibistana ku lê raya xwe avêt. Şahînê dan pişta xwe anîn ser sandiqê.
Şahînê li vir bi alîkariya wezîfedarên sandiqê raya xwe avêt.
Şahînê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku heta îro gelek caran çûye ser sandiqan û got ku ew hêvî dike ev hilbijatin ji bo Tirkiyeyê bi xêr be.
Done Şahînê got ku ya ji bo welêt kîjan bi xêr e, bila ew qezenc bike û wiha axivî: "Xwedê zirarê nede dewlet û miletê me. Kîjan partî bi xêr e bila ew qezenc bike."