GAZÎANTEP
Serokê Komeleya Perwerde û Berpirsyariya Civakî ya Empatiyê Pinar Topçuoglu û endamên lijneya rêvebiriyê, Dibistana Empatiyê ya ku ji hêla komelayê ve hatiye çêkirin ziyaret kirin. Topçuoglu der barê kêmasiyan de ji rêvebiran agahî hilda û daxuyaniyek da rojnamevanan. Topçuoglu diyar kir ku dema wan 4 sal ewil komele ava kir armanca wan ew bû ku li gundekî dibistana ku ji 8 fêrgehan pêk tê bidin çêkirin. Lê paşê biryar dan ku dibistaneke ji 24 fêrgehan pêk tê bidin çêkirin. Topçuoglu ji bo gavên ku hatine avêtin kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha pê de çû:
"Ji bo ku em ji dibistanê re dahatê bi dest bixin, ji qirewata Serokwezîr Erdogan bigrin heta tiştên taybet yên hunermendan gelek tişt me di mûzayedeyê de firot. Alavên gelek nadîde û biqiymet hatin firotin û me pereyekî baş qezenc kir. Ji bilî vê me balo, reqs û kermes amade kir. Me him ji hêla civakî ve bajarê xwe şên kir û him jî bi van çalakiyan ve pere qezenc kir û ji bo dibistanê xerc kir. Ji bo ku me berdêla keda xwe stand em pir kêfxweş in."
Topçuoglu daxuyand ku dê li ser projeyên perwerde û zarokan jî bixebitin.