ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnakê piştî ku bûyer derketin û 3 kes di bûyeran de mirin, komek bê destûr civiya û bi keviran ve êrîş kir, polêsan midaxaleyî komê kir.
Piştî ku li navçeya Cizîrê şer derket û di bûyeran de 3 kes mirin, ekîbên Midûriya Emniyeta Bajêr tevdîrên ewlehiyê didomînin.
Li taxa Nûrê, ku bûyer li vê derê derketibûn, komeke ku hin kesên wan ser çavên wan pêçayî ne, civiyan û xwestin ku xwepêşandanê bikin. Polês ji bo ku ew belav bibin, ew îkaz kirin, lê komê bi keviran ve êrîşî polês kir û polês jî bi xaza îsotê midaxaleyî komê kir. Piştî midaxaleyê kom belavî sikakan bû.
Ji aliyê din ve cinazê Yasîn Ozer û Bariş Dalmişê ku di bûyeran de mirin, ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Diyarbekirê, cinazê Abdullah Deniz jî şandin Saziya Tiba Edlî ya Malatyayê.