Rapor bi destê mifetişê mulkiyeyê yê Wezareta Karên Navxweyî Turgay Alpman û mifetişê polêsan Selîm Kutkan hat amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku hin kes ne bi navê xwe yên rastîn, bi navên cuda cuda hatine guhdarkirin da ku dadgehê bixapînin.
Di raporê de hat diyarkirin ku Mifetişiya Mulkiyeyê ya Wezareta Karên Navxweyî tê derxist ku li Edîrne, Tekîrdag û Kirklareliyê li midûriyetên şaxa îstixbaratê ya ewlehiyê xebatên berhevkirina daneyên şexsî, qeydkirin û nirxandina sînyalan kom kirine.
Li gor raporê li 27 bajêran 5 mifetiş lêkolînen xwe yên der barê vê meseleyê de didomînin û dê mifetiş raporan amade bikin.
Di encama lêkolînan de hat tesbitkirin ku guhdarkirinên dereqanûnî hatine kirin û li ser vê mifetişan raporek amade kir.
Amadekirina raporê 6 mehan dom kir û di 14ê gulanê de şandin Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Serdozgeriyê jî di kordînatoriya Serokwekîlê Şaxa Sûcên Rêxistinan û Terorê Orhan Kapici û dozgerên komarê Îrfan Fîdan û Okan Ozsoy wezîfedar kir.
Dozgeran der barê îdiayan de lêpirsîn dan destpêkirin û îfadeyên kesên mexdûr wergirtin. Piraniya mexdûran ji kesên ku dereqanûnî ew guhdar kirine gilîdar bûn.
- Naveroka raporê
Di raporê de tê destnîşankirin ku li Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Stenbolê bi rêya telekomunîkasyonê guhdarkirinên dereqanûnî hatine kirin. Di raporê de ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê tê xwestin ku der barê kesên ku di Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê de wezîfedar in û nav û ciyên wezîfeya wan hatine eşkerekirin de çi hewece dike, were kirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku di Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Stenbolê de gelek kes bi nav sexte guhdarkirinên dereqanûnî kirine û ji bo ku mehkemeyan bixapînin agahiyên xelet dane û "xisar dane belgeyên fermî" û wezîfeya xwe "ji bo tiştên dereqanûnî elimandine."
Di raporê de tên destnîşankirin ku daneyên şexsî hatine tomarkirin û ji bo tiştên dereqanûnî hatine emilandin û bi vî awayî jî li derveyî wezîfeya xwe tevgeriyane û ketine nav tevgerên li dijî fonksiyonên dewletê.
Di raporê de tê diyarkirin ku dozgerên komarê bêyî ku ji navenda îdarî destûrê bixwazin, dikarin lêkolîn û lêpirsînê bikin.
Di raporê de tê xwestin ku bira Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê bersûcan de çi hewce dike bi cî bîne.
Di raporê de cî, sedem û mijarên ku hatine piştguhkirin jî cî digirin. Di raporê de hînkirina dîrokê wek 17ê adara 2014an tê eşkerekirin. Ciyê bûyerê Stenbol e û dîrok jî 2008 e. Di raporê de navên midûrên ewlehiyê yên ku wê demê wezîfedar in jî tên eşkerekirin.
Di raporê de kesên ku hatine guhdarkirin, saziyên ku tê de dixebitin û mebesta guhdarkirinan tên destnîşankirin. Rapor ji 3 hezar rûpelî zêdetir e û ji 13 klasoran pêk tê.