28 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
ÎSTANBUL
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyand ku rejima Sûriyeyê peymana agirbesta demkî ya ji bo ku li welêt pevçûn dawî bibin hatiye îmzekirin, 14 caran îxlal kir.
Li gor rapora SNHRyê agirbest 14 caran hat binpêkirin û 15 kes jî mirin.
Di raporê de wiha hat gotin: "Rejima Sûriyeyê û şirîkê wê Rûsyayê hin herêmên Helebê bi êrîşên hewayê û operasyonên leşkerî ve agirbest pêşwazî kirin. Li gelek bajaran îxlal hene. Li Dera û Şamê 4, li Humus û Îdlibê 2, li Şam û Lazqiyeyê jî 1, bi giştî 14 îxlal hatin tespîtkirin."
Raporê xwest ku komîteya DYA û Rûsyayê di demeke kin de der barê van îxlalan de jêpirsînan bidin destpêkirin û vê bi raya giştî re parve bikin ku cardin agirbest neyê îxlalkirin.