Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Anıl Aydın,Yunus Hocaoğlu
01 Adar 2023•Rojanekirin: 02 Adar 2023
ERZURUM (AA) - Li Erzirom, Qers û Erdexanê hewa sar e.
Germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da li Erdexanê 10, Agiriyê 9, Qers û Erziromê 6, Îdirê 1 û Erzincanê jî sifir hat pîvandin.
Li herêmê camên wesayîtan cemed girtin, qeşayê avêt guliyên daran û kaniyên dîrokî yên li bajêr û yên li ber mizgeftan jî cemed girtin.
- Agirî
Li Agiriyê ji ber hewaya sar di jiyana rojane da zehmetî çêdibe, ji ber sir û seqemê rûyê çeman cemed girt.
Camên mal û wesayîtan jî cemed girt û mija ku ev du roj e li bajêr heye di çûn û hatinê da dibe sedema zehmetiyan.

- Qers
Li Qersê jî ji ber hewaya sar a tesîra xwe didomîne hin cihên Çemê Qersê yê di nav bajêr da derbas dibe cemed girt û hinek kaniyan jî şembelîk girt.
- Erdexan
Hewaya sar li bajarê Erdexanê jî tesîra xwe didomîne û rê û peyarêyên li bajêr cemed girtin, qeşayê avêt guliyên daran û mij jî heye.